Sibat 12, 2019 17:43 Asia/Tehran
  •  Zerîf: Îran amadeyî berfirehkirina peywedniyan bi Lubnanê re ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi serokwezîrê Lubnanê teqez kir ku Îran amadeyî berfirehkirina peywendiyan bi Lubnanê re li hemî waran e.

Li gorî rapora IRNA`yê, Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê berêvara roja duşemiyê li hevdîtina bi Sed Herîrîr serokwezîrê Lubnanê li Beyrûtê damezrandina  dewleta nû ya vî welatî, wê weke destkewteke giring bo lubnaniyan da zanîn.

 Zerîf li vê hevdîtinê hêvî kir ku avakirina  dewleta Lubnanê ku li gor  dengê gel li hilbijartinên parlemanî yên vê dawiyê bûye, roleke  giring li pêşdebirina  karûbarên vî welatî hebe.

 Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi Herîrî re  destnîşan kir ku  Îran amadeyî berfirehkirina  peywendiyan bi Lubnanê re li hemî waran e.

 Herîrî serokwezîrê Lubnanê jî li vê hevdîtinê ser geşatiya  peywendiyên dualî navbera Têhran û Beyrûtê teqez kir.

Zerîf pêştir  bi Mîşl Ewn serokkomar, Nebîh Bêrî serokê parlemanê û Cebran Basîl, wezîrê karên derve yê Lubnanê jî hevdîtin pêk anî û li bara  meselên li gor elaqeta her du aliyan bi taybet riyên xurtkirina  têkiliyên her du welatan û meselên  navçeyî gotûbêj kiribû.

 Her wiha cejna  çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî ya Îranê bi beşdariya Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê li Beyrûta paytexta Lubnanê hat lidarxistin.

 Wezîrê karên derve yê Îranê li vê merasimê tevî pîrozkirina  salvegera serketina  Inqilaba Îslamî ya Îranê bo hemî îraniyan û hemî azadîxwazên cîhanê  ji gelê Lubnanê  ji ber hevrêtiya bi azadîxwaziya  gelê Îranê li salên piştî Inqilaba Îslamî sipasî kir.