Sibat 12, 2019 17:21 Asia/Tehran
  •  Bersiva Zerîf bo xewn û xeyla Trump: 40 salan bi tenê işkesta Emerîkayê

Wezîrê karên derve wek berteka li hember hêrsbûna serokkomarê Emerîkayê ji gelê Îranê got: Piştî 40 salan hilbijartinên şaş, dema wê ye ku Donald Trump siyasetên xwe yên işkestxwarî venihêre.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja sêşemiyê li twîtekê li bersiva twîta farsî  ya Trump û hêrsbûna wî ji ber beşdariya  bi wate ya gelê Îranê  li cejna 40 saliya inqilaba Îslamî nivîsî:  Çil saliya Înqilaba Îslamî tê wateya 40 salan bêencamiya siyasetên Amerîkayê li warê qebûlkirina vê yekê ku gelê Îranî tu carî li ber wan xwe naçemîne.

 Wezîrê karên derve yê Îranê xitabî serokkomarê Emerîkayê destnîşan kir: Emerîkayê 40 salan li warê nêzîkkirina  siyasetên xwe li rastiyê  û he wiha li warê bêewlehkirina  Îranê ji riya rijandina xwîna gelan û xerckirina diravekî zav  işkest xwariye.

 Beşdariya milyonî ya Îraniyan li meşa çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî rayedarên emerîkî û siyonîst hêrs kirine.

 Donald Trump serokkomarê Emerîkayê, Can Bolton şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya vî welatî û Binyamûn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî bi postên twîterî li bara çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî lawaziya xwe li hemebr hereketa gelê Îranê nîşan dan.

 Gelê Îranê li cejan neteweyî ya çil saliya inqilabê, cuda ji her cure selîqe û  meyla siyasî bi beşdariya  xwe ya hişmendane li vê roja dîrokî û bi çarenivîs, rûpeleke din a zêrîn li dîroka Inqilaba Îslamî vekirin.