Sibat 12, 2019 16:45 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Spanyayê: Îran hêzeka mezin a navçeyî ye

Wezîrê karên derve yê Spanyayê, duşemiyê bi şev li Twîterrê ji bilî pesindayîna destkevtên çilsalî yên Înqilaba Îslamî ya Îranê, Komara îslamî ya Îranê hêzeka girîng a navçeyî da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Josep Borrell (Cozêf Borêl) bi sekinîna li ser vê yekê ku Îranê şiyana berxwedana li hember boykotên Amerîkayê heye, destnîşan kir: Waşîngtonê li deheka 70`ê ya zayînî du şikestên giran ceribandin, yek li Viyêtnamê û ya din jî li Îranê.

Wezîrê karên derve yê Spanyayê herwiha bal kişand ser rola girîng a Îranê ya li navçê û got: Îranê bona çareserkirina qeyrana Sûriyê roleka girîng hebûye û alîkariya dewleta vî welatî kiriye, li halekê ku amerîkî Sûriyê diterikînin.

Cozêf Borêl, herwiha pesna pêşketinên zanistî û civakî yên Îranê piştî serketina Înqilaba Îslamî da û destnîşan kir: Di sala 1976`an de tenê sedî 35`ê xelkê Îranê xwendevar bûn lê niha ev hejmar gihîştiye sedî 84`an.

Duh duşemî 22`ê Behmena sala 1397`an a Koça Tavî bernaberî 11`ê Sibata 2018`an, çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê bû.