Sibat 12, 2019 13:00 Asia/Tehran
  • Zerîf: Netewê Îranê ti caran li ber Amerîkayê serê xwe  netewandin

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva borî di rûpela xwe ya Twitterê de beşdariya girseyî û bi coş a xelkê Îranê li Meşa Yewm-Ellaha 22 Behmenê sebeba serbilindiyê da zanîn û ji bo vê yekê sipasiya xelkê Îranê kir û got: Ez li ber Gelê berxwedêr ê Îranê xwe ditewînim.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf got: Netewê Îranê ti caran li ber Amerîkayê serê xwe  netewandin.

Meşa mezin Yewm-Ellaha 22 Behmenê duh sibehê bi beşdariya berfire û girseyî ya gelê Îranê li bajar û gundên vî welatî bû sedema ecêb mayîna xelkê alemê û siyasetmedar û nûçegihanên cîhanê û xelkê Îranê li Çil Saliya serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê cardin îsbat kirin ku pirsgirêk, boykot û şerxwaziyên Amerîkayê nabin sebeb ku ew dest ji piştgiriya Înqilaba xwe berdin û bibin teslîmê zorbêjên cîhanê yên wekî Amerîkayê.