Sibat 12, 2019 12:47 Asia/Tehran
  • Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê li Japonê

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Japonê re çûye Tokiyoyê paytexta vî welatî.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê Elî Larîcanî li gor daxwza serokê parlemana Japonê bi serokatiya taximeke parlemanî bona du rojan sefera Tokiyoyê kiriye û biryare li vê seferê bi rayedarên derecebilind ên japonî re ji wan bi serokê parlemana Japonê re gotûbêjê bike. Larîcanî herwiha li vê sefera xwe bi îraniyên li Japonê re jî hevdîtinê pêk tîne.

Larîcanî duh berî despêkirina sefera xwe ya Japonê di nav nûçegihanan de pêwendiyên Tehran-Tokiyoyê pir girîng nirxand û got divê hevkarî û pêwendiyên aborî ên du welatan zêde û berfire bibin.

Larîcanî got: Berê jî Îran û Japonê li warên curbicur hevkariyên baş bi hev re hebûn û ev sefera dikare bibe sebeba berfirebûna hevkarî û pêwendiyên du welatan.