Cehangîrî: Îran ji tu welatekî li dinyayê fermanê wernagire
Alîkarê ewilê ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê Îranê li 40 salên buhurî nîşan da ku ji tu welatekî destûrê wernagre û kariye ji hemî dijwariyan derbas bibe.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewilê ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li nav koma meşvanên 22 Behmenê li Şîrazê, navenda parêzgeha Farsê, li başûrê Îranê got: Gelê Îranê li dû serbixwetî, azadî, edalet, pêşketin û geşatiya giştalî ye.
Cehangîrî destnîşan kir: Emerîkiyan ji ber ku Îrana mezin ji dest dan, hêrs bûne û ji ber vê yekê ku Îrana bi hêz li kendava Farsê bûye mînaka serbixwetî û azadiyê, aciz bûne.
Alîkarê ewilê ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Dijmin li dû rewacdayîna bêhêvîtî û bêbaweriya li nav gelê Îranê ye lê dewlet, gel û berpirsên Komara Îslamî ya Îranê li hember boykotên zalimane yên dijmin sekinîne û bi zirûfên welêt dê pêşerojeke geş pêk bînin.