Rûhanî: Gelê Îranê dê li ser serbixwetî, rûmet û serbilindiya xwe danûstandinê neke
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Gelê bixîret ê Îranê selimand ku li tu rewşekê li bara serbixwetî, rûmet û serbilindiya xwe danûstandinê nake.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê li peyamekê bi qedrzaniya ji beşdariya hemasî ya gelê Îranê li cejna bi coş a çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî got ku li hember mezinatiya gelê Îranê bejna xwe ditewîne.
Rûhanî ji yeko yekê gel û komên siyasî û civakî ku bi beşdariya xwe ya hişmendane li vê roja dîrokî û bi çarenivîs, rûpeleke zêrîn a din li dîroka geş a inqilabê vekirine û yekperçetiya xwe li hember çavê cîhanê nîşan dan, sipasî kir.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Beşdariya bi wate û hişmendane ya gel li meşa 22 Behmenê, erka berpirsan li hewldana berdewam bo xizmeta bo gel û welêt zêde kir.
Gelê Îranê roja duşemiyê li çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî hevgav li Têhranê û li zêde ji hezar bajêr û deh hezar gundan derketin kolan û çarsiyan ku cardinê soz û qirarên xwe bi armancên hezretê Îmam Xumêynî( RE) xîmadrê Komara Îslamî û hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî nû bikin.