Sertîp Hatemî: Beşdariya gelê Îranê di meşa 22`yê Behmenê da, bersiveke qahêm li hemberî dijminan bû
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê diyar kir: Beşdariya bicoş û berfire ya gelê Îranê di meşa 22`yê Behmenê da bersiveke qahêm li hemberî komployên dijminan bû.
Wezîrê Berevaniyê yê Îranê General Emîr Hatemî roja duşemiyê li meşa 22 Behmenê li gotûbêja bi nûçegîhanan re, sipasiya beşdariya berfireh a gelê Îranê li vê meşê kir û got: Dijmin hêvî dikirin ku gelê Îranê li sehnê nebînin ku dîsa jî neghêştin armancên xwe.
Fermandê Gişt Sipaha Pasdarên Inqilaba Îslamî Serdar serleşkir Muhemedelî Ceiferî jî bi beşdariya li meşa 22 Behmenê li gotûbêja bi nûçegîhanan re destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê her tim bi palpiştiya gelanî karî ku li cîhanê bandora xwe hebe.
Fermandê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê Serleşkir Seyd Ebdulrehîm Mûsewî jî li mersima meşa 22 Behmenê, berxwedan tenê riya serketina li hember komployên dijminan da zanîn û got: Inqilaba Îslamî ya Îranê bingeha nizama serdestîxwaz ji holê rakir.
Meşa çilemîn salvegera serketina Inqilaba îsîamî ya Îranê vê sibê duşemiyê hevgav li zêde ji 1000 bajêr û 10 hezar gundan li seranserê Îrana Îslamî hat lidarxistin.