Sibat 11, 2019 15:56 Asia/Tehran
  • Pişkdarîya berfire ya berpirs û werzişkarên welêt di merasima 22`yê Behmenê da

Gellek berpirs û werzişkarên navdar ên welêt îro di merasima 22`yê Behmenê (11`ê Sibatê) wekî salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê da pişkdar bûn.

Komara Islamî ya Îranê îro 22`ê Behmenê (11`ê Sibatê) bû çillsalî û gelê seranserê welêt îro daket kolanan û bi helbest û durişman ev roja pîroz kir.

Gellek berpirs û werzişkarên navdar ên welêt îîro di merasima pîrozkirina çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî da pişkdar bûn. Sergêrê Fêdêrasyona Karatê, Serokê Fêdêrasyonên Volîbol, Tîravêtina Bikevanê, Laşciwanî û gellek werzişkarên navdar îro di merasima çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê da pişkdar bûn.

Civata werzişkaran îro bi pişkdarîya xwe di merasima çillemîn salvegera serketina Şoreşa Islamî da beyeta xwe digel raman û armancên xîmdarê Komara Islamî ya Îranê hezretê Imam Xumêynî (RE), şehîdên qedirbilind û Rêberê Qedirgiran ê Inqilabê hezretê ayetullah Xaminêyî re dubare kirin.