Sibat 11, 2019 15:44 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokomarê Libnanê civîyan

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê û Serokomarê Libnanê derbarê peywendî û hevkarîyên sîyasî, ticarî û aborî yên di navbera her du welatan da gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Dayra Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf û Serokomarê Libnanê Mîşêl Ewn di wê hevdîtinê de amadebûna şirketên îranî ji bo pişkdarîya di projên Libnanê da û meseleyên navçeyî nemaze mijara Sûrîyê hilkolandin.

Serokomarê Libnanê Mîşêl Ewn di wê hevdîtinê da herwiha salvegera serketina Şoreşa Islamî ya Îranê pîroz kir.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf jî damezirandina dewleta Libnanê ku bi saya hewildana Serokomarê vî welatî pêk hat pîroz kir û ji bo dewleta Libnanê hêvîya serketinê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê roja yekşemê di çarçova seredaneke seredaneke durojî da gihîşt Bêyrûta paytexta Libnanê.