Rûhanî: Komara Îslamî ya Îranê bo çêkirina çek û kelûmelên berevaniyê dê ji tu kesî îznê nestîne
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran bona çêkirina mûşekên dijîmertalan û çekên berevaniyê ji tu kesî îznê wernagire û dê wernegire jî û riya xwe bi awayekî xurt bidomîne.
Li gorî rapora IRIB News`ê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Rûhanî îro li merasima çilemîn salvegera serketina Inqilaba Îslamî li meydana Azadiya Têhranê destnîşan kir: Bila hemî cîhan bizanibe ku qaweta Komara Îslamî ya Îranê îro rojê ji ya serdema berevaniya pîroz zêdetir e û hêzên çekdar ên Îranê bona amadekirina çek û sîlehên cûrbicûr bê minet bûne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser wêrektî û viyana hêzên çekdar bona berevaniya ji welêt û got: Xelkên cîhanê dîtin ku bi viyan û alîkariya Îranê gelên Sûriye, Iraq û Lubnanê bi ser ketin û Li Filistîn û Yemenê jî berxwedana li hember dagirkiran û destdirêjkiran didome.
Rûhanî destnîşan kir: Îro rojê dijmin êdî neçar in ku hêdî hêdî li bara işkestên xwe yên 20 salan û mudaxilên xwe li navçê li xwe mukir werin û ji herêmê derkevin ta ku gelên navçê bikaribin bi awayekî azad riya xwe bona geşatî û avedankirinê bidomînin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha destnîşan kir: Pişkdarîya bicoş a gelê Îranê li meşa salvegera serketina Inqilaba Îslamî selimand ku komployên dijminan pûç bûne û ew dê tu carî neghêjin armancên xwe û Komara Îslamî ya Îranê dê riya xwe hema mîna 40 salên buhurî bidomîne.
Rûhanî li pişkeke din ji axiftina xwe bal kişand ser pêşektinên Îranê li warên curbicur ji wan pêtroşîmiyê û got: Cîhan hemî li bara pêşketina pirlezgîn a Îranê li xwe mukir tê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, îslamiyet, cimhûriyet, lidarxistina hilbijartinê û bijartina berpirsan ji wan destkevtên giring ên Komara Îslamî ya Îranê dan zanîn.