Sibat 11, 2019 14:01 Asia/Tehran
  • Daxûyaniya Meşa 22ê Behmenê / Amerîka sembola şerxwaziyê li cîhanê ye

Gelê Îranê di daxûyaniya dawiyê ya meşa 22ê Behmenê ragihand ku hema wisa Amerîkayê wek Taxût û nîşana aşkira ya şerxwazî, tundî, rezalet, qeyrançêkirin û pêkanîna şêrr li cîhanê dizane.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Beşdarên li meşa 22ê Behmenê ya bi boneya Çilemîn  salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê, bi dayîna daxûyaniyekê tevî peymangirêdana dubare digel ramanên Îmam Xumênî (Re) û Beyeta dubare tev Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, ji berpirsên xwetin ku bi awayekî qahîm û bihêz li hemberî zêdexwaziyên Amerîka û hin welatên ewropî bisekinin.

Beşdarên li meşê her wiha xurtkirina her rojî ya bingeha berevanî, mûşekî û stratijîyên pêşîlêgirtinê yên Îranê û pêwîstiya berfrehkirina çalakiyên aştiyane yln atomî wek xaleka bingehîn dan zanîn û destnîşan kirin ku ewê li hemberî zêdexwaziyên tîma dijî mirovahiyê ya Trumpê serokomarê Amerîkayê çok li erdê daneynin.

Beşdarên li meşa Çilemîn  salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê destnîşan kirin: Berevaniya giştalî ji bindestên cîhanê bi taybet bereya Berxwedanê û gelê Irq, Sûriye, Yemen, behrêyn û Filistînê li hemberî sêgûşeya kirêt a şerxwazî, têrorîst û şêrr, yanî Amerîka, Rêjîma zarokkuj a Siyonîst û Alê Sûd û hewildana jibo azadkirina Qudsê wek erka xwe dizanin.

Beşdarên meşê li beşeka din a daxûyaniya dawiyê ya Çilemîn  salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê tevî şermezarkirina şerê derûnî û boykotên aborî yên dijminan, ji hemiyan xwestin ku berê xwe bidin qedrnasî û bikaranîna derfetan, amadebûna bi zanebûn di meydanên Înqilaba Îslamî û sekinîna ciddî li hemberî gotegotan û alîkariya bo rayedaran jibo çareserkirina pirsgirêkên aborî, piştgiriya ji kelûpelên îranî û parastina yekîtî û hevgirtina neteweyî.

Serêxwegirtina Abora ser bingeha Berxwedanê û hewildana jibo geşatiya kar û pêşeyê, sekinîna li hemberî Înflasiyonê û çareserkirina pirsgirêkên jiyana gel jî ji xwestekên beşdarên li meşa Çilemîn  salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê bûn.