Sibat 11, 2019 10:38 Asia/Tehran
  • Nîşandana mûşekên dûrmenzîl ên Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li meşa 22ê Behmenê

Hêza Hewa-Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li rêgeha meşa 22ê Behmenê ya îro li bajarê Têhranê, mûşekên dûrmenzîl ên xwe nîşan dan.

Li gorî rapora IRNAyê, Hêza Hewa Feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî mûşekên Qedr bi birra 2 hezar Kîlomitrî, Qiyam bi birra 700 Kîlomitrî û mûşeka Zulfeqarê bi birra 800 Kîlomitrî li rêgeha meşa bicoş a 22ê Behmenê li Têhranê nîşan dan.

Cûreyên mûşekên erd bi erd, erd bi esman û esman bi erd, cûreyên erebeyên zirêhî û panzêrên çêkirî li Îranê û alavên din ên berevaniyê yên çêkirî bi destê hêzên çekdar ên Îranê di rêgeha meşa mezin a 22ê Behmenê li Têhranê da hatine nîşandan ku tûşî pêşwaziya baş a gel bûye.

Meşa Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeha îro anku Duşemiyê bi awayê hevdemî li zêde ji hezar û 10 hezar gundên seranserî Îrana Îslamî dest pê bûye.

Îro Duşemî, 22ê meha Behmenê ya sala 1397an a Koça Rojî, beranberî 1ê Sibatê, salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

Gelê seranserî Îrana Îslamî di çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî da weke salên bihurî bi amadebûna xwe ya berfireh li meşa mezin  û bicoş a 11ê Sibatê, peymana xwe digel ramanên Înqilaba Îslamî û Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dubare dikin.

Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi Rêbertiya hezretê Îmam Xumênî (Re), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket.