Sibat 11, 2019 10:02 Asia/Tehran
  • Destpêbûna fermî ya meşa miliyonî ya gelê Îranê di Yewmullaha 22ê Behmenê da

Meşa mezin û miliyonî ya gelê Îranê li peymangehên meşa Yewmullaha 22ê Behmenê (11ê Sibatê) bi awayê fermî li seranserî Îrana Îslamî dest pê bû.

Meşa Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê sibeha îro anku Duşemiyê bi awayê hevdemî li zêde ji hezar û 10 hezar gundên seranserî Îrana Îslamî dest pê bûye.

Îranî li halkeî ku alaya Komara Îslamî ya Îranê bilind kirine, dirûşmeya "Mirin jibo Amerîkayê" û "Mirin jibo Îsraîlê" bilind dikin.

Gelê Îranê bi amadebûna berfireh li vê meşê, careka din peymana xwe digel ramanên hezretê Îmam Xumênî (Re) Xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê û hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dubare dikin.

Şeş hezar û 500 nûçegihan, wênehilgir û wênekêşên îran î ûderveyî li halê ragihandina nûçeyên rêûrisma rêzgirtina li Çilemîn Salvegera Serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ne.

Zêde ji sêsed kes ji nûçegihanên rêûrisma Yewmullaha 22ê Behmenê ne.

Mêvanên derveyî ji kesayetiyên siyasî, mezhebî, werzişî û zanistî ji Amerîka, Fransa, Englîs, Îrlenda, Vinêzoêlayê û welatên din jî beşdarî vê rêûrismê bûne.

Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê li vê meşê diaxive û di dawî da jî daxûyaniya dawiyê tê xwendin.