Sibat 11, 2019 08:37 Asia/Tehran
  • Gulbanga

Gulbanga "Ellahu Ekber" di şeva çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî bi awayê hevdem li seranserî Îrana Îslamî deng veda.

Di şeva çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê da, saet 21ê şeva çûyî (Yekşemî) bi miliyonan kes ji xelkê Îrana Îslamî, banga Ellahu Ekber ji ser banê malan û bi amadebûna li mizgeft û kolanan bilind kirin.

Gelê Îrana Îslamî bi bilindkirina hevdem a Gulbanga "Ellahu Ekber", hevdilî, hevrêtî û yekîtiya xwe nîşan dan.

Her wiha esmanê bajarên cûrbicûr ên Îranê hevdem bi nûr û şahiyê hat xemilandin û gelê paytexta Îrana Îslamî çûn pêşwaziya roja çarenûssaz a 11ê Sibatê (22ê Behmenê).

Îro Duşemî, 22ê meha Behmenê ya sala 1397an a Koça Rojî, beranberî 1ê Sibatê, salvegera serketina Înqilaba Îslamî ya Îranê ye.

Gelê seranserî Îrana Îslamî di çilemîn salvegera serketina Înqilaba Îslamî da weke salên bihurî bi amadebûna xwe ya berfireh li meşa mezin  û bicoş a 11ê Sibatê, peymana xwe digel ramanên Înqilaba Îslamî û Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî dubare dikin.

Înqilaba Îslamî ya Îranê roja 11ê Sibata 1979an bi Rêbertiya hezretê Îmam Xumênî (Re), xîmdarê Komara Îslamî ya Îranê bi ser ket.