Sibat 10, 2019 09:03 Asia/Tehran
  • Senayî: Îran mêkanîzma fînansî ya Ewrûpayê wekî pêngava yekem dibîne

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Ûrsêtê ragihand: Îran mêkanîzma fînansî ya Ewrûpayê (INTEX) wekî pêngava yekem dibîne û çaverêtîyeke zêde li Ewûpayê heye.

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Ûrsêtê Mêhdî Senayî di hevpeyvîna digel kanala Rusia 24`ê de got: Ev mêkanîzma bi derengîyeke zêde hatîye pêşnîyarkirinê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê bicaran piştrast û erê kirîye ku Îranê sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî (IAEA) de cih tîne. Wî herwiha hişyarî da ku heke berjewendîyên Îranê yên têkildarî vê rêketinamê nayên dabînkirinê, diqewime Têhran bijareyên din hilkolîne.

Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Ûrsêtê herwiha got: Hîç bisînorkirineke navnetewî derbarê çêkirin û ceribandina mûşekan de tineye û di Rêketinama Atomî da jî ev mijara nehatîye hilêxistinê û ev rêketinama pêşîya Îranê di vê rêyê da nagire.