Çile 18, 2019 19:42 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka hema wek 10 salan berî niha zorbêjîyê dike û gotinên beredayî dibêje

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf got: Amerîka hema wek 10 salan berî niha zorbêjîyê dike û gotinên beredayî dibêje.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf îro di çarçova Kempêyna Pirsgirêka 10 Salan Berî Niha de bi weşandina wêneyekê li rûpela xwe ya Twwiterê amajeyî gotinên pûç ên rayedarên amerîkî û rêjîma Israyîlê ji bo êrişa ser Îranê di salên 2009 û 2019`ê de kir û nivîsî: Eynî pûçaxavtin, eynî zorbêjî, eynî xeyalên pûç.

Di Kempêyna Pirsgirêka 10 Salan Berî Niha de kesên pişkdar amajeyî guhertinên di 10 salên vê dawîyê de dikin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi weşandina 2 helwestên şerxwazane yên Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê John Bolton di salên 2009 û 2019`ê de, ew ji ber piştgirîya ji êrişa ser Îranê rexne kiribû.

Rojnama Wall Street Jornalê di 13`ê Hezîranê di raportekê da aşkira kir: Wezareta Berevanîya Amerîkayê di Îlona sala 2018`an de daxwaza Bolton a plankarîya çend bijareyên êrişa leşkerî ser Îranê qebûl kiribû.

John Bolton di sala 2009`ê da jî ji ihtimala êrişa leşkerî ya rêjîma Israyîlê ser Îranê pêşwazî kiribû.