Çile 18, 2019 07:21 Asia/Tehran
  • Îran û YE`yê wê di projên zanist û têknolojîyê da hevkarîyê bikin

Cîgirê Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Têknolojîya Îranê basa hevkarîyên Komara Islamî ya Îranê û YE`yê di projên girîng ên zanist û têknolojîyê da kir.

Cîgirê Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Têknolojîya Îranê Hisên Salaramolî got: Bi dû gotûbêjên berfire di sêyemîn civîna Komxebata Hevkarîyên Îran û YE`yê yên di warên zanist û têknolojîyê de ku li Brukselê hat lidarxistinê, nexşerêya hevkarîyên her du alîyan a heta dawîya sala 2020`an hat darêştin û biryar hat dayînê ku Îran di çend programên girîng ên YE`yê da bi awayekî çalak pi8şkdar be.

Hisên Salaramolî herwiha got: Bikarannîa dualî ya mamoste û xwendekarên zanîngehan ji wan programên girîng ên vê nexşerêyê ye û Îranê ragihand ku amade ye xwendekarên asta PHD`yê 6 heta 9 mehan ji labratuvarên welatên pêşketî yên cîhanê sûdê wergirin.

Wezîrê Zanist, Lêkolîn û Têknolojîya Îranê Mensûr Xulamî roja sêşemê digel desteyeke sîyasî û zanistî ji bo pişkdarîya di sêyemîn civîna Komxebata Hevkarîyên Îran û YE`yê yên di warên zanist û têknolojîyê de gihîşt Bruksela paytexta Beljîkê.