Çile 17, 2019 20:02 Asia/Tehran
  • General Baqirî: Sînorên Îran û Azerbaycanê ji sînorên herîewleh in

Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Komara Islamî ya Îranê got: Sînorên Îran û Komara Azerbaycanê sînorên ewleh in û ev ewlehîya bûye sedema hatin û çûyîna dilnîya a gelên her du welatan û danuistandina ticarî.

Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Komara Islamî ya Îranê General Mihemed Baqirî îro di civîna çapemenîyê ya bi pişkdarîya nûçegîhanên îranî û azerbayvcanî li şarê Bakûyê de got: Bi hevkarî û têkilîyên berfire yên hêzên sînorparêz ên Îran û Komara Azerbaycanê, sînorên her du welatan dê roj bi rojê ewlehtir bibin. 

Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Bi berfirekirina rêya veguhestin û tranzîtê ya Bakur-Başûr û serêxwegirtina projên mayî yên wekî rêya hesin a Reşt-Astarayeyê em ê bibînin ku peywendîyên aborî yên hr du welatan zêdetir tên berfirekirinê.

General Baqirî herwiha got: Ji bo Îranê mijara yekperçetîya aza Komara Azerbaycanê babeteke teqil e, meseleya Qerebagê û meseleyên têkildarî dagirkirina axa Komara Azerbaycanê divê bi gotûbêjên dualî bên çareserkirinê, bi her awayî Komara Islamî ya Îranê dagirkirin û dewama dagirkirina axa Komara Azerbaycanê û ewarebûna gelê vî warî qebûl nake.

Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Komara Islamî ya Îranê General Mihemed Baqirî herwiha got: Ewlehî, istiqrar, aramî û pêşketina welatê cînar û bira Komara Azerbaycanê bûne sedema kêfxweşîya gelê Îranê û em hêvîdar in ku ev istiqrar û ewlehîya mayinde be û Îran ji bo tekûzbûna ewelhîyê li Komara Azerbaycanê ya ji dêstî were dê bike.

Serokerkanê Hêzên Çekdar ê Komara Islamî ya Îranê General Mihemed Baqirî duh di çarçova seredaneke durojî da gihîşt Bakûyê