Çile 17, 2019 18:44 Asia/Tehran
  • Amadetiya Îranê ji bo rakirina vîzeya bazirganiyê ya bi Iraqê re

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, got: Eger aliyê iraqî qebûl bike, hevhatinameya rakirina dualî ya vîzeya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de wê hevgavê sefera Hesen Ruhanî, bo Bexdayê were îmzekirinê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Mihemedcewad Zerîf, çarşemiyê bi şev li koma serokeşîrên Kerbela û Babilê li avahiya konsûlxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Kerbelayê bal kişand ser vê yekê ku rakirina vîzeyê bi awayeka yekalî nepêkan e û divê ev kara dualî be û got: Îran amade ye vîzeyê rake.

Zerîf herwiha bi pêgîriya li ser vê yekê ku peywendiya di navbera Îran û Iraqê de ji hêla dîrokî û çandî ve pirr kûr e, dîyar kir: Tu hêzek nikare van du netewan ji hev cida bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê tu sînorekê ji bo berfirehkirina peywendiyên xwe yên bi welatê dost û bira Iraqê re nadane.

Zerîf herwiha li ser pêwîstiya hevkariya di navbera Îran û Iraqê de bona sekinîna li hember kokên terorîsma tekfîrî bi taybet li du pişkên fikrên tundrê û hejartiyê pêgîrî kir.

Mihemdcewad Zerîf, roja yekşemiyê ji bo hevdîtina bi rayedarên iraqî û beşdariya li sê civînên bazirganiyê yên çalakvanên aborî yên pişka sivîl a her du welatan li Bexda, Silêmaniye û Kerbelayê, derbasî Iraqê bû.