Çile 17, 2019 18:19 Asia/Tehran
  • Zerîf: Amerîka divê zûka Merzîye Haşimîyê azad bike

Wezîrê Karên Derve yê îranê kiryara Amerîkayê ya girtina pêşkêşvana esilamerîkî ya Kanala PressTV`yê karekî sîyasî ya nayêqebûlkirinê û binpêkirina azadîya ramanê zanî û got: Divê amerîkî demlidest vê lîstika sîyasî kuta bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf derbarê girtina Merzîye Haşimî nûçegîhan, belgefîlmçêker û bêjera esilamerîkî ya kanala PressTV`yê li Amerîkayê de got: Merzîye Haşimî ji ber ku hevsera kesekî îranî ye, welatîya Îranê jî tê hesêb lewma em erka xwe dizanin ku berevanîya mafên welatîyên xwe bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Ew nûçegihana fermî ya PressTV`yê bû û wê jîyan û erkeke kivş hebû.

Polîsê Amerîkayê, Merziye Haşimî, nûçegîhan, dakiyûmêntsaz û bêjera Kanala Press TV`yê ku bi eslê xwe amerîkî ye û ji bo seredana malbata xwe çûbû Amerîkayê, bê heger li balafirgeha Sent Louis`ê girtin û ew birin ragirtinxana Polîsên Fêdêral ên Amerîkayê (FBI) li Waşîngtonê.