Çile 17, 2019 17:42 Asia/Tehran
  • Serokê Civata Şarezayên Birêvebirîyê pêbendnebûna ewrûpîyan rexne kir

Serokê Civata Şarezayên Birêvebirîya Îranê got ku dilxweşkirin û hêvîdarbûna li ewrûpîyan ku ew sozên xwe yên di çarçova Rêketinama Atomî da cih bînin, bêaqilî ye.

Serokê Civata Şarezayên Birêvebirîya Îranê ayetullah Ehmed Cennetî di civîna hevpar a desteya serokatîyê û komsyonên şareza yên vê Civatê da herwiha got: Heke ewrûpî ji amerîkîyan xirabtir nebin baştir nînin û tu demekê karek ser xêra gelê Îranê nekirine.

Welatên ewrûpî piştî vekişîna yekalî û neqanûnî ya Amerîkayê ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê, xwestin ku ew rêketinama navnetewî were parastinê û ji Îranê jî xwesitn ku tevî vekişîna Waşîngtonê ji Rêketinama Atomî pêbendê vê rêketinamê be. YE`yê herwiha ragihand ku ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê yên dijî Îranê, dil heye mêkanîzmeke fînansî (SPV) ji bo dayîna dirêv kivş bike ta ku hevkarîya aborî ya digel Îranê were domandinê lê heta niha wê mêkanîzmê serêxwe negirtîye.

Serokê Civata Şarezayên Birêvebirîya Îranê di pişkeek axavtina xwe da got: Amerîka niha di halê işkestê da ye, bi awayekî ku li gorî mukurhatina rayedarên vî welatî tevî xerckirina 7 hezar milyard dolarî li Iraq û Sûrîyê, pêrgî işkestê bûye.