Çile 17, 2019 08:03 Asia/Tehran
  • Zerîf:

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li çilemîn salvegera derketina Şahê wêdadayî yê Îranê her wiha sêyemîn salvegera cihanîna Lihevkirina Atomî ragihand ku îraniyan çîroka hêzxurtbûna Amerîkayê ji holê ra kirine.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf Çarşemiyê bi şev li twittera xwe bi gotina vêya ku 40 salan beriya niha di rojeka viha da îraniyan kirêgirtiyê Amerîkayê neçar kirin ku terka axa Îranê bike û sê salan beriya niha jî di rojeka viha da Lihevkirina Atomî cih hat û dawî li bi salan ewlehîsaziya Îranê danî, nivîsî: Tevî hebûna komployên Amerîkayê li dijî Îranê di heyama 40 salên bihurî da, her wiha derketina Waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî, îraniyan çîroka hêzxurtbûşna Amerîkayê têkşikandin.

Lihevkirina Atomî ya di navbera Îranê û Koma 5+1ê roja 14ê Tîrmeha sala 2015an di navbera Îranê û pênc welatên endamê hertimî yê Konseya Ewlehiyê ya NY (Amerîka, Çîn, Fransa, Rûsiye û Brîtanya) û Almanyayê hat bidestxistin. Ev lihevkirina ji 16ê Çileya sala 2016an va kete qada cihanînê.

Dewleta Amerîkayê ji yekemîn rojên cihanîna Lihevkirina Atomî, astengîderxistinên li ser rêya cihanîna wê û hewildana jibo kêmkirina sdû û qazancên aborî yên Îranê ji Lihevkirina Atomî dest pê kir. Bi desthilatdarbûna Donald Trump li Amerîkayê ev astengî zêdetir bûn û wî bi caran gef xwar ku dê ji Lihevkirina Atomî derkeve û boykotên atomî dijî Îranê vegerîne.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh dijî Îranê, derketina Waşîngtonê ji Lihevkirinameya Atomî û vegeriyanan boykotên atomî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî şermezarkirina berfireh a navneteweyî û nerazîtiya komên cûrbicûr ên siyasî heta li nav Amerîkayê bû.

Li vî warî da, Îran û Ewropayê di mehên dawî da gotûbêjin bi mebesta parastian Lihevkirina Atomî piştî derketina Amerîkayê ji vê lihevkirina navneteweyî dest pê kirine; Ewropayê li van gotûbêjan soz daye ku pakêteka piştgiriyê li çarçova Lihevkirina Atomî û ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê li dijî Îranê raberî Têhranê bike.

Îranê destnîşan kiriye ku çaverêtî heye pakêta raberkirî ji aliyê welatên ewropî va mafên gelê Îranê ji Lihevkirina Atomî misoger bike.