Çile 17, 2019 07:59 Asia/Tehran
  • Qasimî: Îran geşatiya xwe ya zanistî nake qurbaniyê dilgiraniyên bêbingeh ên biyaniyan

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Duşemiyê bi şev wek berteka li hemebrî helwêstên bi dijminatî yên vê dawiyê yên Amerîka û Brîtanyayê li dijî bernameya gerdûnî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê çarenûsa geşatiya xwe ya zanistî nake qurbanê duilgiraniyên pûç, bêbingeh û sexte yên biyaniyan.

Li gorî rapora IRNAyê, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behram Qasimî bi gotina vêya ku Komara Îslamî ya Îranê ji ber tehemulkirina bi salan boykotên aborî, bi saya bikaranîna hewila ciwan û zanayên xwe li warê gerdûnî, zanisteka xwecihî ya pêbawer bi dest xistiye, got: Ev zanist û şiyan tenê jibo babetên zanistî û têknolojîkî û bi armanca geşatî û pêşketina Îranê û dabînkirina hewcetiyên welêt li warê gerdûnî hatine xîmdariştin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Ev hêz û şiyan jibo armancên ne-leşkerî ne û bi tu awayî li dijî biryarnameya 2231ê Konseya Ewlehiyê ya NY û tu yek ji rêzikên danandî yên navneteweyî li vî warî da nîne.

Qasimî bi pêgiriya li ser vêya ku tevahiya welatan mafê xwe yê bikaranîn û sûdwergirtina ji zanist û têknolojiyên gerdûnî hene, ragihand: Bi tu awayî welatên din bi her eger û pînekirineka yekalî û nerast, mafê xwe tunene ku bi şiroveyên nerewa gelên din ji hebûna têknolojiyên zanistî bêpar bikin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê xitabî amerîkî û fransiyan got: Li navçeya qeyranlêketî ya Rojavaya Asyayê ku ji ber firotina bêberbend û bi sedan miliyar dolarî ya çekên welatên rojavayî bo welatên vê navçeyê di pratîkê da bûye depoyeka çekan, karesatên însanî yên diltezîn ji aliyê hevpeymanên Waşîngton û Parîsê diqewimin ku teqez zêdetir ji çalakiyên zanistî û xwecihî yên Komara Îslamî ya Îranê divê sebeba dilgiraniyê bin.

Amerîka û Fransa ku hertim li dû pawanxwaziya li warê têknolojiyên pêşketî ne, îdia dikin ku krê Îranê yê avêtina setlaytê bo esmên li dijî biryarnameya 2231ê ya Konseya Ewlehiyê ya NY ye.

Sêrgêyî Riyabkof, Alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê roja Sêşemiyê ji helwêstên Amerîka û welatên rojavayî derbarê bernameya mûşekî û gerdûnî ya Îranê rexne kir û got: Îran bi ceribandinên xwe yên mûşekî û gerdûnî tu karekî qedexe ji hêla qanûnên navneteweyî an biryarnameyên ku ev welata têda beşdar e, pêk nayne.