Çile 16, 2019 20:26 Asia/Tehran
  • Sekinîna li ser azadiya demlidest û bêyîmerc a pêşkêşkara Kanala Press TV`yê

Pişka Dervesînorî ya Radyo û Têlêvîzyona Komara îslamî ya Îranê, li daxuyaniyekê li ser azadiya bêyîmerc û demlidest a Merziye Haşimî, pêşkêşkara Press TV`yê li Amerîkayê pêgîrî kir.

Pişka Dervesînorî ya Radyo û Têlêvîzyona Komara Îslamî ya Îranê, roja çarşemiyê li daxuyaniyekê nerizamendiya xwe li hember girtina pêşkêşkara Press TV`yê li Amerîkayê diyarkir û ragihand: "Merziye Haşimî, bêjer, nûçegîhan û dakiyûmêntsaza ku li Amerîkayê hatiye dinê ji çend rojan beriya niha ve ji aliyê polîsê vî welatî ve bêyî ku tawanên wê jê re werin gotin, hatiye girtin û ketiye ber zextên derûnî û bedenî".

Li vê daxuyaniyê herwiha hatiye ragihandin: "Merziye Haşimî, wek nûçegîhaneka navnetewî û wek jineka çermreş a misilman bi armanca hevdîtin bi malbata xwe re û seredana li birayê xwe yê nexweş ku tûşî şêrpencê hatiye, seredana Amerîkayê kiribû ku dema gihîşte vî welatî û demlidest hate girtin".

Di dewama vê daxuyaniyê de hatiye: "Merziye Haşimî, dema ku hate girtin ji aliyê berpirsên girtîgehê va hate zincîrkirin û tevî ku dizanîn ew misilman e bi darê zorê hicaba wê ji serê rakirin û nehîştin ku ew xwerinên helal bixwe".

Pişka Dervesînorî ya Radyo û Têlêvîzyona Komara îslamî ya Îranê, li vê daxuyaniyê pêgîrî kir: "Tevî rewşa bedenî û nebûnba xwerina baş û hewcetiya li alîkariya demlidest a dixtoriyê, pêwîst e ku zûtirkê karên pêwîst ji bo dermankirina Merziye Haşimiyê werin cihanîn".

Ev daxuyaniya bi pêgîriya li ser vê yekê ku berpirsyariya her cure bûyer û bêserûberiyekê li rewşa bedenî û derûnî ya Merziye Haşimiyê û ji destdayîna tendirustiya wê ser milê dewleta Amerîkayê ye, destnîşan kir: "Divê dewleta Amerîkayê ji Merziye Haşimiyê û civata mêdyayî ya cîhanê dawa lêborînê bike".

Pişka Dervesînorî ya Radyo û Têlêvîzyona Komara îslamî ya Îranê,  herwiha ji hemî mêdyayên cîhanê xwest ku bala xwe bidine vê mijarê û ewê biweşînin.