Çile 14, 2019 17:14 Asia/Tehran
  • Amadetiya Îranê jibo jinûvevakirina Sûriyê bi veguhestina têknolojiyên rojê

Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê amadetiya Têhranê jibo veguhestina têknolojiyên nû bo Sûriyê bi mebesta jinûve avedankirina vî welatî ragihand.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya M;eclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Hişmetullah Felahet Pîşe li hevdîtina bi Feysel Xurî, Serokê Komîsiyona ewlehiya Neteweyî ya Parlimana Sûriyê li Şamê, tevî amajeya bi girîngiya pêwendiyên dualî di rewşa hestyar a niha da, hêvî kir: Serketina Sûriyê li hemberî têrorîsmê, serketinên abûrî jî li pey xwe bîne.

feysel Xurî, Serokê Komîsiyopna ewlehiya Neteweyî ya Parlimana Îranê jî li vê hevdîtinê tevî pêgiriya li ser xurtbûna pêwendiyên dîrokî navbera Îran û Sûriyê û piştevaniya du welatan ji  hevdu li hemberî qeyranên derveyî, got: Armanca sefera desteya Îranî bo Şamê jibo xurtkirina pêwendiyên parlimanî yên du welatan, dê serê xwe bigire.

Desteya parlimanî ya Îranê bi serokatiya Hişmetullah Felahet Pîşe, Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derveyî ya M;eclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, roja Yekşemiyê gihîşte Sûriyê kir.

Desteya parlimanî ya Îranê li vê seferê biryar e tevî hevdîtina bi rayedarên siyasî yên Sûriyê ra, derbarê berfirehkirina hevkariyên parlimanî û xurtkirina pêwendiyên Îran û Sûriyê piştî têkbirina koma têrorîst a DAIŞê gotûbêj bike.