Çile 14, 2019 17:12 Asia/Tehran
  • Di encama bûyera li derdora Kerecê da 15 kesan canê xwe ji dest dan

Parêzgarê parêzgeha Elborzê li rojavaya Têhranê hejmara candayiyiên bûyera firokeya Boing'a 707 li Zîbadeşta Kerecê 15 kes da zanîn.

parêzgarê Elborzê, Ezîzullah Şehbazî li hevpeyivîna bi IRNAyê ra got: sibneha îro firokeyeka barhilgir a 707 a hilgirê Goşt ji Bîşkêka Qirqîzistanê bi awayê awarte lin firokeya Fethê ya Elborzê dake , lê dema daketinê ji Bandê derket.

Şehbazî her wiha got: Ji ebr vê bûyerê, 15 kes mirin û kesek jî filitî.

Parêzgarê Elborzê got: Ev firokeya barî ya Artêşa Komara Îslamî ya îranê bû û ji aliyê beşa sivîl va hatibû kirêkirin.

Şehbazî got: Bi hewildana hêzên alîkarîgihan, Intizamî, ewlehî û Erkantiya rêvebiriya qeyranê ya Parêzgeha Elborzê, niha rewşeka normal li cihê bûyerê pêk hatiye.

Emîr Serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê gişt ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê jî ji ber şehîdbûna heujmareka  kedkarên hêza hewayî ya artêşê li bûyera firokeya 707, sersaxî da malbatên wan.