Çile 14, 2019 16:27 Asia/Tehran
  • Qasimî: Îran dê li hember her cure reftareke dijminane bertekê nîşan bide

Berdevkê Wezarerta Karên Derve ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê dê li hember her reftareke dijminane ya li dijî berjewendiyên neteweyî yên Îranê pêngava pêdivî hilîne.

Berdevkê Wezarerta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî, îro li civîna rojnamevaniyê ya digel  nûçegîhanên navxweyî û biyanî wek berteka li hember helwêstên Emerîka û Firansayê li bara pêngaên Îranê di warê pêşeya hewayî û şandina  setelaytê bi mûşekên îranî da got: Xebatên Îranê li dijî tu yek ji biryarnemyên  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê ji wan biryarnama 2231`an nînin.

 Qasimî li bara reftarên  tund ên hin welatên ewrûpî li dijî Îranê û  paşdeketina çend mehî ya Ewrûpayê li cihanîna mekanîzma  aborî ya nasiyar bi SPV yê piştî derketina  Emerîkayê ji rêketina navokî jî got: Ewrûpî hêvî dikin zû an dereng bighêjin bernama  aborî ya  pêdivî û peyamên wergirtî jî nîşana  viyan û îrada ewrûpiyan bo cihanîna  SPV`y ye lê bi tundî di bin zexta  dewleta Emerîkayê de ne.

Berdevkê Berdevkê Wezarerta Karên Derve ya Îranê li bara  lidarxistina civîna li dijî Îranê ya qaşo aşitî û ewlehiyê li Rojhilata Navînê bi mazûvaniya  hevpar a Emerîka û Polonyayê li Werşoyê got: Emerîkayê û hikimdarên  nezan  û bê ezmûn ên  Koşka Sipî siyasetên  taybet destpê kirine ku yek ji wan dijminatiya  li hember gelê Îranê ye û wan hewl dane ku li peywendiyên derve yên Îranê hin pirsgirêkan derxin û nehêlin ku Ewrûpa riya xwe ya sereke bidomînin.

Qasimî di bersiva pirsa nûçegîhanê IRIB News`ê derbarê sefera Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê û taxima bi wî re  bo Hindistanê da got: Ev sefera kêrhatî, erênî û ber bi pêş bû û bi hevhatinên  nû cih hatiye, peyweniyên  her du welatan li dewra teze dê berfireh bibin.

  Berdevkê wezarerta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Îranê bi Hindistanê re ji berê ve peywendiyên zav hebûne û hêvî dike li pêşerojê jî hevkariya  her du welatan li warên  siyasî û aborî bên berfirehkirin.

  Qasimî li bara  siyasetên  Emerîkayê li navçê û bernama  derkertina eskerî ya vî welatî ji Sûriyê jî got: Siyaseta sereke a  Emerîkayê, kavilkirina  binavahiyên  welatên Îslamî ye  lê ew tûşî sergêjbûna  demdirêj in bi cuekê ku  bûye sedem gotinên newekhev bikin.

  Berdevkê Wezarerta karên derve ya Îranê bal kişand  ser vê yekê ku  tişta ku rohn û zelal e eva ye ku  Emerîka li navçê rastî şaştî û sergêîjbûnê hatiye û got: Ew hema ji destpêkê ve bi şaştî  hatin navçê û îro jî divê derkevin.

 Berdevkê Wezarerta karên derve ya Îranê bal kişand  ser vê yekê ku  Îranê tu baregeheke  eskerî li Sûriyê tine û ser daxwaza fermî ya dewleta  Sûriyê bona alîkariya  ji bo rawestana li ber terorîstan li vî welatî hizûra misteşarî hebûye û got: Bê guman siyasetên  Emerîkayê  li navçê ne bona xêrxwaziya gelê navçê bûye  û dê nebe jî û bona dabînkirina  ewlehiya  Rejîma Qudsê bona kavilkirina  binavhiyên  welatên Îslamî dikeve dewrê.