Çile 14, 2019 14:03 Asia/Tehran
  • Artêşa Îranê: Balafira li derdora Kerecê tûşî bûyerê bû, barhilgir bû

Navenda Ragihandinê ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê di daxûyanîyekê de ragihand: Vê sibê balafireke barhilgir a 707 ku barê wê goşt bû, ji Bîşkeka Qirqîzistanê rabibû û bi neçarî li balafirgeha Fethê ya Elborzê li rojavaya Têhranê danî ku dema daketinê ji bandê derket.

Di dewama wê daxûyanîya Artêşa Îranê da hatîye: Ew balafira barhilgir piştî ku li dîwarê bintara bandê ket, agir berbûyê.

Berdevkê Sazîya Ûrjansa Îranê Mucteba Xalidî di vî warî da got: 16 kes di vê balafirê da bûn ku meytê 7 kesan hatîye peydakirinê.