Çile 14, 2019 08:19 Asia/Tehran
  • Zerîf: Mafê kesî nîne destwerdanê di peywendîyên Têhran-Bexdayê de bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê got: Peywendîyên Îran û Iraqê gellekî qahîm in û em izna destwerdanê nadin kesî.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf şeva buhurî di hevdîtina digel hevtûşê xwe yê iraqî Mihemedelî Hekîm li Bexdayê da herwiha got: Peywendîyên dualî di warên curbicur da û hevkarîya li sazîyên navnetewî ji wan mêhwer û mijarên gotûbêjên her du alîyan di vê hevdîtinê de bûn.

Zerîf piştî vê hevdîtinê basa lihevkirina ji bo pêkanîna komîteya hevpar a karên gemîvanî û çavkanîyên avê yên Ervendrûd û Şet ul Erebê di navbera her du welatan da kir.

Zerîf herwiha got: Îran piştgirîyê dide hewildanên Iraqê ji bo asayîkirina peywendîyên welatên ereb digel Sûrîyê û vegera vî welatî nav Yekitîya Ereban.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku li gorî nêrîna Komara Islamî ya Îranê xetera sereke ji bo navçê, piştgirîya ji Rêjîma Sîyonîst e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê duh ji bo hevdîtina digel berpirsên iraqî û pişkdarîya di sê konfiransên ticarî yên çalakên aborî yên pişka sivîl a her du welatan li Bexda, Silêmanî û Kerbelayê seredana vî welatî kir.