Çile 14, 2019 07:54 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokwezîrê Iraqê ser berfirekirina peywendîyên dualî

Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Serokwezîrê Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya berfirekirina peywendîyên dualî yên sîyasî û aborî yên di navbera her du welatan da kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf û Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî şeva buhurî di hevdîtinekê li Bexdayê da derbarê rewşa herî dawîyê ya peywendîyên dualî û warên hevkarîya aborî ya di navbera her du welatan da û alûgurên navçeyî û navnetewî da gotûbêj kirin. 

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî di vê hevdîtinê da bal kişand ser babetên hevpar ên çandî û dîrokî yên di navbera Îran û Iraqê da û pêgirî ser berfirekirina peywendîyên dualî kir û got ku welatê wî bi dû berfirekirina peywendîyên digel cînaran ji wan Komara Islamî ya Îranê ra ye. 

Zerîf jî pêgirî li ser dewama piştgirîyên Komara Islamî ya Îranê ji welat û dewleta Iraqê di qonaxa pêşber da û xurtkirina pergala sîyasî û dêmokirasîyê li vî welatî kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê duh danê êvarê jî bi hevtûşê xwe yê iraqî Mihemedelî Hekîm ra jî hevdîtin pêk anî û her du alîyan derbarê peywendîyên dualî û meseleyên navçê da gotûbêj kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê duh ji bo hevdîtina digel berpirsên iraqî û pişkdarîya di sê konfiransên ticarî yên çalakên aborî yên pişka sivîl a her du welatan li Bexda, Silêmanî û Kerbelayê seredana vî welatî kir.

Biryar e ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê seredana çarrojî da bi Serokomar Berhem Salih û Serokê Parlimana Iraqê Mihemec Helbûsî re jî hevdîtinê pêk bîne.