Çile 13, 2019 19:19 Asia/Tehran
  • Pêgiriya Cîhangîrî li ser şiyana Îranê li nav welatên navçeyê

Alîkarê yekem ê Serokomarê Îranê got: Amerîkî ji ber lawaziyê li welatekî ewropî amadekariya komcivînekê bi navê Rojhilata Navînê û bi mijara Îranê dikin da ku belkî bikarin zextê bînin ser gelê Îranê ku li hemberî wan xwe bitewînin.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê yekem ê Serokomarê Îranê, Îshaq Cehangîrî roja Yekşemiyê li rêûrisma behrewergirtina ji planên pêşeyî û jêrbinayî li kaşanê li navenda Îranê, tevî amajeya bi têkçûna komployên Amerîkayê li warê girtina pêşiya  firotina nifta Îranê û kirrîna kelûpelan got: Roja îro amerîkî li warê sekinîna li hemberî gelê Îranê tûşî astengiyê bûne û bi wateya rastî şerê abûrî li dijî gelê Îranê bi rê xistine.

Cehangîrî her wiha got: Amerîkiyan her boykota ku dixwestin sepandine; Bi awayekî ku gellek ji kompaniyên ku dil hebûn sermiyana xwe li Îranê daynin, gef lê xwarin û bertîl dan wan ku bi Îranê ra nexebitin.

Alîkarê yekem ê Serokomarê Îranê destnîşan kir ku roja îro Îran pêka welatên din ên navçeyê xwedan şiyanên pêşeyî yên gellek baş e.

Mayk Pompeo, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Îniya bihurî qala bernameya Waşîngtonê jibo lidarxistina ciînekê li ser Îranê di rojên 13 û 14ê Sibatê da li Werşoya paytexta Polonyayê kir.