Çile 13, 2019 19:14 Asia/Tehran
  • Sefera desteya pileberz a Îranê bi serokatiya Zerîf bo Iraqê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf di serê desteyeka pileberz da îro anku Yekşemiyê gihîşte Bexdaya paytexta Iraqê.

Li gorî rapora IRNAyê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ji bo sefera çarrojî ya bi mebesta hevdîtina tev rayedarên Iraqê û beşdariya li çend civînên hevpar ên abûrî berêvariya Yekşemiyê gihîşte Bexdayê û ji aliyê Nezar Xeyrullah Qaîm meqamê wezîrê karên derve yê Iraqê va hat pêşwazîkirin.

Mihemed Cewad Zerîf biryar e li vê seferê ji billî gotûbêja digel hevtayê xwe yê iraqî her wiha tev Berhem Salih serokomar, Adil Ebdulmehdî serokwezîr, Mihemed Helbûsî Serokê Parlimana Iraqê hevdîtin û gotûbêj bike.

Beşdarî û axaftina li civîna mezin a abûrî bi amadebûna çalakên abûrî yên du welatan li Bexdayê û civîna abûrî sermiyandanîna Îranê û Iraqê li bajarê Kerbelayê, her wiha sefera bo Hewlêr û Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê û hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên kurd ên iraqî ra ji bernameyên sefera çarojî ya Zerîf bo Iraqê ye.

Beriya sefera Zerîf bo Iraqê, Bîjen Namdar Zengene wezîrê petrolê yê Komara Îslamî ya Iraqê li sefereka yekrojî bo Bexdayê, digel berpirsên pileberz ên Iraqê derbarê danûstandinên dualî bi taybet hevkariya li warê enêrjiyê gotûbêj kir.