Çile 12, 2019 18:40 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê wê sibê here Iraqê

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, got: "Mihemedcewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê wê sibê Yekşemiyê li serokatiya taximeka payebilind a siyasî û aborî here Iraqê".

Li gorî rapora dayira giştî ya Dîplomasiya Mêdyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên dereve ya Îranê, herwiha got: Birêvebirên payebilind ên bi dehan kompaniyên dewletî û sivîl yên pêkhînerên kar û xebatê, wê bi Zerîf re herine Iraqê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, destnîşan kir: "Hevdîtina bi rayedarên iraqî re, beşdariya li civîna hevpar a bazirganiyê ya di navbera Îran û Iraqê de li çend bajarên Iraqê bi taybet li Kerbela û Silêmaniyê ji bernameyên wezîrê karên derve yê Komara îslamî ya Îranê li sefera bo Iraqê ne".