Çile 12, 2019 16:06 Asia/Tehran
  • Serdar Fedewî: Îrana Îslamî tevî hemî dijminatiyan di lûtkeya hêzê da ye

Alîkarê hevahengkirê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vê yekê ku dijminên pergala Komara Îslamî ya Îranê di heyama 40 salên bihurî da her cûre komployek li dijî Îranê pêk anîne, got: Îrana Îslamî tevî hebûna gellek dijminatiyan, di lûtkeya hêzê da ye.

Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê hevahengkirê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî, Serdar sertîpê Pasdarê Elî Fedewî Îniyê bi şev got: Dijminên vî welatî bi awayekî li xwe mukur tên ku bi hemî îmkan û amûrên xwe yên leşkerî heta niha nekarîne li hemberî Îrana Îslamî serketinekê bi dest bixin.

Serdar Fedewî got: Komplo û dijminatiyên ku ji dema serketina Înqilaba Îslamî heta niha dijî Îrana Îslamî hebûne, li tu serdemeka dîrokêî tunebûne, lê tevî vê yekê, dijminan nekarî armancên xwe bi dest bixin.