Çile 12, 2019 15:52 Asia/Tehran
  • Berteka Şemxanî li hember kiryara Amerîkayê ji bo lidarxistina civîna dijî Îranê ya li Polonyayê

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, li hember lidarxistina civîna dijî îranî ya li Polonyayê (Lehistanê) ji aliyê Amerîkayê ve bertek nîşan da.

Mayk Pompêo, wezîrê karên derve yê Amerîkayê, li dewama hewldanên welatê xwe yên ji bo sepandina siyaseta "'Pêkanîna Tirsa ji Îranê" roja Îniyê ragihand ku Waşîngtonê dil heye civînekê ser mijara Îranê di rojên 13 û 14`ê Sibatê li bajarê Werşo ya Lehistanê de li dar xîne.

Elî Şemxanî sekreterê Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, roja Şemiyê got: "Welatê ku li dû sepandina boykota dijî Îranê bi zexta herî zêde bû, piştî ku di vî warî de şikest xwer, niha hewl dide civîn û kongireyeka dijî Îranê li dar xîne".

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê, herwiha got: "Lidarxistina civîn û kongireyeka dijî Îranê nîşaneka din ji şikestxwerina siyasetên Amerîkayê ye".