Çile 12, 2019 15:35 Asia/Tehran
  • Peyama Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bo civîna Yekîtiya Encumenên Îslamî yên xwendekaran li Ewropayê

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Tevlîbûna xwendekarên îranî li ger dera cîhanê nav pêvajoya pêşketinê û bêhewcekirina Komara Îslamî ya Îranê ji biyaniyan "Têkoşîna Di rêya Xwedê da" (Cîhadun Fî Sebîlullah) e.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî  li peyamekê bo pêncî  ûsêyemîn civîna Yekîtiya Yekîtiya Encumenên Îslamî yên xwendekarên Ewropayê ku roja Şemiyê ji aliyê hucet ul islam Cewad Êjeyî li Navenda Îslamî ya Hambûrgê hat xwendin, got: Xwendekar hêviyên herî baş ên Komara Îslamî ya Îranê jibo pêşerojê ne.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî her wiha ragihand: Tiştê ku divê gişt bizanin ev e ku bi lutf û kerema Xwedê niha gellek ji xwendekarên duh, li Komara Îslamî ya Îranê mijûlî karên mezin in û lezeta xizmetgihaniya bo êşketina zanist û têknolojiyê li welatê xwe bi hemî hebûna xwe hes dikin.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Xwendekaran li her dera cîhanê dê ev derfet hebe ku tevlî civatên moimin û xizmetguzar bin û Komara Îslamî ya Îranê tam bêminet ji biyaniyan bikin û ev hereket wê çaxê ku bi nêta durust û xwedayî pêk were, "Têkoşîna Di rêya Xwedê da" (Cîhadun Fî Sebîlullah) e..

Pêncî û sêyemîn civîna salê ya Yekîtiya Encumenên Îslamî yên Xwendekaran li Ewropayê roja Şemiyê li Navenda Îslamî ya Hambûrgê hat lidarxistin.