Çile 12, 2019 07:22 Asia/Tehran
  • Berteka Têhranê li hemberî civîna dijî Îranê ya ku Amerîka yê li Werşoyê lidar bixe

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê wekî berteka li hemberî civîna ku dê Amerîka dijî Îranê li Werşoya paytexta Polonyayê lidar bixe, ragihand: Kesên ku li nimayişa herî dawîyê ya dijî Îranê ku Amerîkayê ldiarxist pişkdar bûn an mirine yan bêebûr bûne û yan jî ji rêz û civakê hatije dûrxistinê.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo şeva buhurî ragihand ku Waşîngton yê civînekê bi mijara Îranê di rojên 13 û 14`ê Sibatê li Werşoyê da lidar bixe.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Mihemedcewad Zerîf li rûpela xwe ya tiwwîterê nivîsî: Îran ji her demekê xurttir e.

Zerîf di dewama vê peyamê da Werşo ji ber mazûvanîya civîna dijî Îranê rexne kir û got: Dewleta Polonyayê nikare vê lekeya reş û şermzarîyê paqij bike, Polonîya di halekî da mazûvanîya vê civîna kirêt a dijî Îranê dike ku Îranê di şerê Duyem ê Cîhanê da polonyayî rizgar kirin.

Zerîf herwiha wêneyek digel peyama xwe weşand ku Serokomarê berêy yê Amerîkayê Bîl Kilînton li rex Serokê Rêjîma Sîyonîst Şîmon Perez û dîktatorê wêdadayî yê Misrê Husnî Mubarek li rex hev sekinîne.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê herwiha wêneyên awareyên polonyayî û hejmara wan ku di Şerêd Duyem ê Cîhanê da hawara xwe anîn Îranê weşand.