Çile 11, 2019 17:34 Asia/Tehran
  • Qasimî: Rejîma Amerîka rastî bêhêvîtî û hêrsbûneke demdirêj hatiye

Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê bilî retkirina îdiayên bê xîm û binyate wezîrê karên derve yê Amerîka got: Rejîma Amerîka ji nav rêketinekî qanûnî ku desthata gotûbêjên zav bû derket û niha ku nikare li dewsa vê rêketinekê tiştek peyda bike rastî bêhêvîtî û hêrsbûneke demdirêj hatiye.

Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Emerîkayê duh pêncşemê li Qahirê paytexta Misrê û li dewama siyasetên xwe yên tirsandina welatan ji Îranê got: Boykotên Amerîka yên abûrî dijî Îranê dijwartirîn boykotên dîrokê ne û dê dijwartir jî bibin ta ku reftarên Îranê normal bibin.

Behram Qasimî berdevkê wezareta karên derve yê Îranê îro înê bilî retkirina îdiayên bê xîm û binyate wezîrê karên derve yê Amerîka got: Rejîma Amerîka ji nav rêketinekî qanûnî ku desthata gotûbêjên zav bû derket û niha ku nikare li dewsa vê rêketinekê tiştek peyda bike rastî bêhêvîtî û hêrsbûnekî demdirêj hatiye.

Wî got: Amerîka û bitaybet rejîma niha ya fanatîke vî welatî ji ber dijayetiya dîrokî ya digel gelê Îranê û qazancek ji bo vî welatî tune.

Wî got: Eva durûtiyekî mezine ku Amerîka ji aliyekê dijayetiya gelê Îranê dike û ji aliyekî din xwe alîgîrê gotûbêja tev Îranê dide nasandinê.

Qasimî got: Îranê hertim nîşan daye ku dixwaze gel cînarên xwe bi hevaltî peywend hebe lê reftara Amerîka nîşan dide ku bi dû duberekîxistina di navbera welatên navçê daye.

Qasîmî bal kişande ser pêwîstiya hişyariya welatên navçê li hemberî pîlanên Amerîka ragihand ku pêwîste hemû hişyar bin ku Amerîka bi dû pîlanên xwe li navçê daye.