Meşqa serketî ya `Îqtidara Hewayî ya Fedaiyên Herêma Wilayetê 97` bi serketin bi dawî hat
Heştemîn meşqa `Îqtidara Hewayî ya Fedaiyên Herêma Wilayetê 97` bi bidestxistina hemî armancên pêştir kivşkirî li Îsfehanê li navenda Îranê, bi dawî hat.
Emîr sertîp balefirvan Elîriza Engîze, berdevkê heşetmîn meşqa `Îqtidara Hewayî ya Fedaiyên Herêma Wilayetê 97` a hêza hewayî ya artêşa Îranê roja îniyê li nav koma nûçegîhanan, rezamendiya xwe ji kiryara balefirvanên ciwan ên hêza hewayî ya artêşa Îranê diyar kir û got: Li vê meşqê artêşa Îranê hemî armancên pêştir kivşkirî bi destxistin.
Serrtîp Engîze her wiha got. Heştemîn meşqa `Îqtidara Hewayî ya Fedaiyên Herêma Wilayetê 97` li gor sehna rastîn a şêr û bi xebtandina çekên berhemên xwecihî hat lidarxistin.
Berdevkê heştemîn meşqa `Îqtidara Hewayî ya Fedaiyên Herêma Wilayetê 97` destnîşan kir: Li vê meşqê cureyên mûşekên leyzerî, radarî û curekên rokêtan û bombeyên hişmend û sîtemên peywedniyê yên brehemên pisporên pêşeya berevaniya Îranê hatin xebtandin û ceribandin.
Meşqa mezin a `Îqtidara Hewayî ya Fedaiyên Herêma Wilayetê 97` ku îro îniyê dawî bû roja pêncşemê destpê bibû.