Çile 11, 2019 15:38 Asia/Tehran
  • Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê: Nizama Îranê û bereya  berxwedanê, cîhana îstikbarê matmayî kirine

Pêşnimêjê demkî yê Têhranê diyar kir: Nizama Îranê û bereya berxwedanê, cîhana îstikbarê matmayî kirine.

 Hucetulîslam welmuslimîn seyd Muhemed Hesen Turabîferd li xutbên vê hefyê yên  nimêja îniyê ya  Têhranê got: Nizama Komara Îslamî ya Îranê û bereya berxwedanê ku cîhana  îstikbarê xistine rewşa   û bêdengî û lawazxiyê, destkewta emel û kiryara salih in.

  Wî bal kişand  ser vê yekê ku  bo hereket, pêşketin û geşatiyê û xurtbûn û îqtidara civaka însanî û îslamî divê bi awayek taybet ser warê aboriyê bisekinin û diyar kir: Eva ku civaka însanî û îslamî li hemî warên jiyanê bi zanebûn û bi hişmendî û bi armanceke taybet pêngavna radike û  ser pêşkein û geşatiyê disekine, nihêrîna wê   cuda ji nihêrîna geşatiyê ya cîhana rojavayê ye.

 Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha bal kişand ser salroja wefata ayetullah Haşimiyê Refsencanî serokê rehmetî yê civata kivşkrina berjewendiyên  nizama Îranê û bo wî alimê têkoşer ku bi salan bo nizama  îslamî xebat kir hêviya  baxişîn û rehmetê kir.

Ayetullah Haşimiyê Refsencanî serokê rehmetî yê civata kivşkrina berjewendiyên nizama Îranê, 8 Çilla 2017`an  ji ber pirsgirêka dil li Têhranê çû ber dilovaniya xwe.