Çile 11, 2019 13:04 Asia/Tehran
  • Cabiriyê Ensarî: Tehran û Moskowê ser rewşa Rojhilata Navîn gotûbêj kirin

Alîkarê Derecebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên siyasî li dewama sefera xwe ya Rûsyayê bi nûnerê serokomarê vî welatî li karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê re hevdîtin pêkanî û ser rewşa navçêm pê re xeber da.

Li gor IRNAyê, Alîkarê Derecebilind ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li karûbarên siyasî Husên Cabiriyê Ensarî duh berêvarê bi nûnerê serokomarê Rûsyayê li karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîqayê Mîxayîl Bogdanov re  hevdîtin pêk anî û pê re rewşa Rojhilata Navîn û bakura Afrîqayê gotûbêj kir.

Her du aliyan di vê hevdîtinê de rewşa Sûdan, Lîbya û erdên dagîrbûyî yên Filistînê hilkolandin.

Alîkarê Derecebilind ê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku ji roja çarşemê ve li Moskowê ye, duh pêncşemê bi alîkarê wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Verşînîn û nûnerê serokê Rûsyayê li karûbarê Sûriyê Aleksander Laverntiyêv re hevdîtin pêk anî û bi wan re ser rewşa Sûriyê gotûbêj kir.

Cabiriyê Ensarî di van hevdîtinan de li ser pêwîstiya parastin û kemilandina hevkariyên sê alî yên Îran, Rûsya û Tirkiyê li kêleka hevkariyên nêzîk navbera Tehran-Moskowê pêgîrî kir.