Çile 11, 2019 11:50 Asia/Tehran
  • Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdaran: Dijmin şaşitiyê bike , em ê kendava Farsê ji wan re bikin herzeg û cehenemê

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê serdar Elîreza Tengsîrî got: Heke dijminên me ji babet hesb û kitêbên xwe li Kendava Farsê şaşitiyê bike , em ê kendava Farsê ji wan re bikin herzeg Gavxûnî û cehenemê.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Serdar Tengsîrî got: Îran ewlehiya kendava Farsê dabîn dike û roja îro ev kendava di nav Ewlehiya tam de ye û yên biyanî hewldidin vê ewlehiyê têk bidin, vêca em ji hemûyan re dibêjin ku em amade ne ewlehiyê li Kendava Farsê damezirînin , dijmin jî divê bizanin ku nikarin hertim li vir bibin.

Fermandarê Hêza Deryayî ya Sipahê Pasdaran got: Kendava Farsê kendavekî girtî ye û hebûna hin keştî û paporên dijminan li vir ku ardûya wan navokî ye dikare ji bo jîngeha Kendava Farsê bibe bûbelat û sosretî.

Serdar Tengsîrî herwiha got: Dijmin di nav avên xwe de ku kendavên girtî hene papor û keştiyên ku ardûya navokî dişewitînin naşînin wir daku ji wan re pirsgirêkên jîngehî çê neke.