Çile 10, 2019 20:29 Asia/Tehran
  •  Merasima rêzgirtina ji yekim salvegera cangoriyên  Sançiyê li Îranê

Merasima rêzgirtina ji yekim salvegera cangoriyên niftkêşa Sanşiyê îro pêncşemiyê bi beşdariya malbatên deryavan û komek ji berpirs û balyozan li Têhranê hat lidarxistin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, li merasima rêzgirtina  ji yekim salvegera cangoriyên niftkêşa Sançiyê  komek ji balyoz û kardarên  welatên biyanî tev hin nûnerên Çînê tev balyzoê vî welatî li Îranê beşdar bibûn. 

 Li vê merasimê ewilî peyama  rêveberê sindûqa malnişînên Îranê bi muansibeta  rêzgirtina  ji cangoriyên Sançiyê hat xwendin.

 Çilla 2018an  gemiyeke  barhilgir a çînî-hongkongî li peravên rojhilata Çînê li niftkêşeke îranê girt ku li encama wê niftkêşa îranî agir girt û teqî.

 32 kes ji persenêlên niftkêşa îranî li encama vê bûyerê canê xwe ji dest dan û gemî nuqm bû.