Çile 10, 2019 10:21 Asia/Tehran
  • Destpêbûna Şerezmûna Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Îsfehanê

Heştemîn şerezmûn anku ezmûna şêrr a Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi navê "Serdestiya hewayî ya fedakarên Herêma Welayetê ya 97" li Îsfehanê li navenda Îranê dest pê bû.

Emîr sertîp Hemîd Wahidî, dewsgirê fermandarê Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê sibeha îro anku Pêncşemiyê derbarê şerezmûna "Serdestiya hewayî ya fedakarên Herêma Welayetê ya 97" got: Di yemenî roja destpêbûna qonaxa operasiyonî ya şerezmûnê, firokeyên F5ê û yên xwecihî yên "Saîqeyê" (Birûsk) baregehên girîng ên dijminê xeyalî ji wan bandên firrînê, radarxane û binkeyên avêtina mûşekan, ambarên cebilxaneyê li navçeya şêrr ji awayekî serketî ji nav birin.

Sertîp Wahidî zêdebûna hêza agirbarandina ser dijmin û diqeta di warê jordaxistina armancên li halê hereketê û yên bêliv li ser erdê û li hewayê, her wiha bikaranîna çekên nuxtejen û dûravêj bi hêza wêrankirina pirr zêde ji xalên hêzê li vê şerezmûnê da zanîn.

Emîr sertîpê firokevan, Elîriza Engîze, berdevkê Şerezmûna "Serdestiya hewayî ya fedakarên Herêma Welayetê ya 97" jî bi gotina vê yekê ku li vê şerezmûnê bo yekem carê, firokeyên bêfirokevan ên şêrr ên Hêza Hewayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê dikevin qada operasiyonê, got: Ev firokeyên bêpîlot ên şêrr tam xwecihî ne û bi bombeyên nuxtejen û dûravêj hatine pergalkirin û bi mebesta derbaskirina bergiriya hewayî ya dijmin hatine çêkirin.