Çile 10, 2019 10:19 Asia/Tehran
  • Zerîf li Hindê: Me hewcetî bi navçeyeka bihêz heye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li civîna Rasyîsînayê li Dêhliya Nû got: Me dewsa serdestiya mêrên bihêz, hewcetî bi navçeyeka bihêz heye.

Li gorî rapora malpera Kanala Xeberê, Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di dawîn bernameya sefera xwe ya sêrojî bo Hindê li civîna Rayîsînayê li Dêhliya Nû beşdarî kir û syaset û helwêstên Komara Îslamî ya Îranê derbarê mijarên girîng ên cîhanî û navçeyî rave kirin.

Mihemed Cewad Zerîf amaje bi pêwîstiya gotûbêjê wek rêbazeka nû li cîhanê kir û got: Gotûbêja rastîn, hewcedara beranberî û rêzgirtina dualî ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tenahiya siyasî û meydanî, palpiştiya bi xelkê wek çavkaniya rewatî û ewlehiyê, beşdariya tevahiya welatên navçeyekê li misogerkirina aştiya navçeyî û danûstandina navbera wan dewsa palpiştiya bi hêzxurtên biyanî, ji hêma û taybetmendiyên navçeyeka bihêz da zanîn û got: Em jibe meşyana di vê rêkê da, careka din destê xwe yê dostiyê dirêjî cînarên xwe li navçeya Kendava Farsê dikin.

Saetekê piştî beşdariya birêz Zerîf li civîna Rayîsînayê, wezîrê karên derve yê Spanyayê bi amadebûna li cihê mayîna wî li Dêhliya Nû, pêra kete gotûbêjê.

Alûgorn pêwendiyên dualî û mijarên girîng ên navneteweyî mijara gotûbêja Mihemed Cewad Zerîf û Cozêf Borêl bû.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku di serê desteyeka pileberz a siyasî-abûrî sefera Hindê kiribû, berbanga Pêncşemiyê vegeriya Têhranê.