Kanûn 18, 2018 19:25 Asia/Tehran
  • Keçikeka Kurd a paweyî pileya yekem a hesabên matematîkê bi dest xist

Kiyana Ebdulahîfer, li 23`emîn dewra pêşbirkên cîhanî yên Hesabkirina zihnî ya Matematîkê (UCMAS) ku li welatê Malêzyayê hatin lidarxistin, karî mîdala zêrê ya van pêşbirkan bi dest bixe.

Li gorî rapora IRIB News`ê ji Kirmanşanê, Kiyana Ebdulahîfer, li 23`emîn dewra pêşbirkên cîhanî yên Hesabkirina zihnî ya Matematîkê (UCMAS) ku li welatê Malêzyayê hatin lidarxistin, karî tevî asta jorîn a van pêşbirkan, pileya yekem bi dest bixe û mîdala zêrê bixe ustiyê xwe.

Ew xwendevana bijare roja duşemê di nava pêşwaziya germ û pircoş a gel û berpirsên Pawê derbasî vî bajarî bû û qedrê wê hate girtin.

Kiyana Ebdulahîfer ku xwendevana pola şeşan a seretayî ye û ji meha Abanê ya sala buhurî ve perwerdehiya hesabkirina zihnî ya matematîkê yan heman Çortkê li bin çavdêriya mamoste Serdar Sêdîqî destpê kiriye.

Ew îsal ji bo cara yekemîn li Pêşbirkên Navnetewî yên UCMAS`ê li welatê Malêzyayê ku bi pişikdariya zêde ji sê hezar xwendevanan ji 43 welatên cîhanê hatin lidarxistin, beşdar bibû û karî pileya yekem bi dest bixe.