Zerîf siyasetên Emerîkayê li cîhan û navçê rexne kirin
Wezîrê karên derve yê Îranê cardinê siyasetên Emerîkayê li cîhanê û navçê rexne kirin.
Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja yekşemiyê li twîtera xwe de bal kişand ser vê yekê ku boykotên li dijî Îranê qet bandora xwe tinebûne û nivîsî: Dijminên Îranê bûn baîs ku derbe li xelkê sivîl bikeve lê siyasetê naguherin.
Zerîf nivîsî: Guhertina 180 dereceyî ya helwestan ji aliyê Emerîkayê bû ku îmkana pêşketina muzakirên Ewrûpayê bi Îranê re pêk anî îro jî hemen çalakî hene.
Di peyama twîterî ya wezîrê karên derve yê Îranê ku li kêleka civîna navneteweyî ya dûhayê hat weşandin hatiye: Îran û koma sê welatên ewrûpî zêdeyî du, E3+2 pişt maseya muzakirê ne Emerîkayê biryar da ku wêde here û tovê şîdet û aloziyê bişîne.
Wezîrê karên derve yê Îranê bona beşdariya li civîna navneteweyî ya Dûhayê di Qeterê de ye.
Zerîf heya niha bi şêx Ebdullah Bin Nasir Alê Sanî serokwezîr û Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî wezîrê karên derve yê Qeterê û Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê hevdîtin û gotûbêj kiriye.
Civîna du rojî ya Dûhayê ser navê pêkhatina siyasetê li cîhana yekbûyî bi sekinîna ser ewlehî, aşitî û navbeynkariyê, geşatiya aborî û pêvajo û têperbûn hatiye lidarxistin.