Kanûn 13, 2018 08:37 Asia/Tehran
  • Qasimî: Gotinên rayedarên amerîkî derbarê lihevkirina nû de bêbuha ne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Gotinên rayedarên amerîkî derbarê muzakire û lihevkirina nû de bêbuha ne.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî wekî berteka li hemberî gotinên vê dawîyê yên Christopher Ford alîkarê Wezîrê KArên Derve yê Amerîkayê Di Karên Ewlehîya navnetewî de ku xwestibû zextê bînin ser Îranê ji bo lihevkirineke nû de got ku vî rayedarê amerîkî jî mixabin wekî hevkarên xwe li gorî arizûyên xav qise kirîye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî bi gotina vê yekê ku Amerîka mezintirîn binpêkirê sozên navnetewî ye dîyar kir: Binpêkirina biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê ya NY ji hêla Amerîkayê va mînaka berbiçav a kiryarên dewleteka nearam û lecbaz e.

Qasimî pêgirî kir ku civaka navnetewî li gorî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehîyê Rêketinama Atomî ya digel Îranê wekî lihevkirinekê dizane ku divê xalên wê ji hêla gişk welat û alîyên têkildar va bên cihanînê nemaze hemî alîyên sereke yên wê yanî welatên Koma 5+1`ê divê ser sozên xwe bin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Lê di vî halî da Amerîkaya qanûnşikên bêyî hîç belgeyekê tevî ku Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomê bi caran pêbendîya Îranê li Rêketinama Atomî erê û piştrast kirîye, bi awayekî yekalî û neqanûnî ji Rêketinama Atomî vekişîya û cihneanîna sozên xwe yên navnetewî domand.

Qasimî bi gotina vê yekê ku Rêketinama Atomî alîkarîyeke berbiçav daye parastina aştî û ewlehîya navçeyî û navnetewî, bi bîr xist ku binpêkirina vê rêkeitnamê û biryarnama Konseya Ewlehîyê pêngaveke alozker û di çarçova xirabkirin û gefa li hemberî aştî û ewlehîya navçeyî û navnetewî da ye.