Kanûn 13, 2018 07:34 Asia/Tehran
  • Salihî welatên rojavayî hişyar kirin, em dikarin oranîyomê sedî 20 zengîn bikin

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê got: Zengînkirina sedî 20 a oranîyomê didome û Îran her dema bixwaze yê berbenda zengînkirina heta 300 kîlogramî wêde bide û di her asta ku bixwaze da oranîyomê zengîn bike.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê Elîekber Salihî dema seredana navenda navokî ya Fordoyê li Qomê li başûra Têhranê pêgirî kir: Zengînkirina sedî 20 a oranîyomê didome û Îran her dema bixwaze yê berbenda zengînkirina heta 300 kîlogramî wêde bide û di her asta ku bixwaze da oranîyomê zengîn bike.

Salihî herwiha got: Îranê herçend ku di çarçova Rêketinama Atomî da hin bisînorkirin qebûl kirine lê ev yeka nikare pêşîya çalakîyên biaştî yên pêşeya navokî ya Îranê bigire.

Wî derbarê qusûrîya welatên rojavayî di warê cihanîna Rêketinama Atomî da hişyar kirin û pêgirî kir: Niha 1044 santrîfîyûj li navenda navokî ya Fordoyê hene ku heke Komara Islamî ya Îranê bixwaze zengînkirina oranîyomê ya di asta sedî 20`ê wê careka din li vê navendê destpê bibe.

Salihî derbarê hevkarîya ewrûpîyan di warê cihanîna Rêketinama Navokî da hêvîdarîya xwe nîşan da û got: Ewrûpî divê zûka sozên xwe cih bînin û bikaribin valatîya ku Amerîkayê pêk anîye tijî bikin û sozên xwe di piratîkê de cih bînin.